Ma qey mirî dibine Apê mirov?
Hasan Kaya


Em þagirtên dibistana navîn bûn. Sal derdora 1976an bû. Li navçeya me Nisêbînê, ku navçeya Apê Mûsa jî bû, motosîklet bi kirê didan. Xort û zarok, bi heq li wan siwar dibûn. Kesê ku xwediyê erebe an jî motosikletekî bibûna, mîr bû. Wê demê motosikletê Mobîlet zêde bûn. Lê xwediyê motosiklêtên Jawa û Honda hê mîrtir bûn.
Rojeke cejnê bû. Cejna Remezanê bû. Ew cejn rastî biharê hatibû. Tahsîn û Samet birakên min ên ji dil bûn. Tu tiþtek nebû ku min û wan ji hev veþartaba. Ango, em destbirakên hev bûn. Me çû motosikletek ji Forsonê Kulek kirê kir û me berê xwe da Stilîlê. Stilî, nehiya ku mala Apê Mûsa li wê bû. Ji xwe ji wê nehiyê çend xortan di sinifê me de dixwend.



Son sayý'ya dön