Salname û pîrozkirina sersalên Kurda
Torî


Salnameyên Kurdan
Di jiyana gelan de bûyerine girîng derketine holê. Ev bûyer ji aliyekî jî bûyîne destpêka salnameya wanan. Wilo dibî ko ev salname ji aliyê geline din jî têne bikaranîn. Biqasî ko em ji dîroka ripinên Kurdan, eþîrên Hurriyî fêr dibin, di heyama dewleta Mittaniyan ko ji aliyê eþîrên Hurriyî, li Mezopotamyaya Jorîn û li bakura Surî damezrandî de þewitandina termê qiralê hîmkarê dewleta wanan Parattarna, bûyiye destpêka salnameya wanan. Herwekî ko tê zanin, eþirên Hurriyê Îndû-Ewrupî bûn. Ev eþîr di destpêkê de termên miriyên xwe diþewitandin. Xweliya wan terman dixistine kuzikan û bi wî awayî dihedimandin. Dema ko qiralê Mittaniyan Parattarna jî serê xwe danî, termê wîna þawitandin. Piþtî vê beryarê ev bûyer bû destpêka salnameya eþirên Hurriyî ya sala beri miladê 1500 an1. Êdî dema ko dabaþa bûyerekê bikin, berî an piþtî evqas salên þawitandina Parattarna bikar dianîn.

Li Herêmên Têvel Pîrozkirina Sersalan
1) Kalê Sersalê
Li herêmên Kurdan hêj ji serê salê re deh-panzdeh roj heyî ko þahiyên sersalên dest pê dikin. Di pîrozkirina sersalê de berî her tiþtî Kalê Sersalê tê bîra kesan. Kalê Sersalê her çend layî Noelê sersala welatên rojava be jî, Kalê Sersalê layî Noel ne bixweser e. Hertim pê re Pîra Sersalê heye.
Bi piranî Kalê Sersalê ji aliyê çend xortan ve tê amadekirin. Çend roj beriya serê salê xortên gund di nav hev de dicivin û bi hev diþêwirin. Piþtî vê þêwrê, li ser xortekî biryar tê sitandin. Beriya gerê ev xort tê amadekirin. Kalê Sersalê wusa xweþ tê xemilandin ko di dema gerê de gelek caran nasîna wî zor e. Rihê wî simbêl û birhên wî ji hiriya spî tê çêkirin.
Kalê sersalê bixweser li malan nagere. Di dema gerê de pîrê û çend xortên din jî bý wî re ne. Pîrê wekî dergistiya Kalê Sersalê ye ew jî ji xortekî gund e. Kalê Sersalê, Pîrê û yên bi wan re, gava ku diçin li deriyê malekê dixin û xwediyên malê derî lý wan vedikin, li gora rewþa malê kilamên xwe yên li ser sersalê dibêjin. Heke zarokên xwediyê malê hebin; Kalo û yên bi wî re bi piranî ewha dibêjin: “Serê salê binê salê, Xwedê bihêlî biçûkên malê, Tiþtekî bixin tûrikê Kalê”. Lê gava di malê de xortekî azib hebî li ber zewacê bî, vê carê gotinên Kalê Sersalê bi vî awayî ne: “ Ava mava, Xwedê kurê we bikî zava”. Dema ko xwediyên malê li bendî bûyîna zarokekê bin, kilam bi vî awayî tê guhertin: “Qerqûþ merqûþ, Xwedê kurekî bixî dergûþ”.



Son sayý'ya dön