Berpirs û Redaktorê Rojnameya Riya Teze Emerîkê Serdar:
“Em derdê miletiyê vedibêjin bira..!”*
Salihê Kevirbirî
(Sebaret bo 106 saliya Rojnamegeriya Kurdî)
Riya Teze, ev 72 sal in ku li Erîvanê weþana bi kurdî dike. Ji sala 1955’an heta salek berê jî rojnameyê tîpên kîrîlî bi kar dianî, lê ev salek e ku weþan bi tîpên latînî pêk tê. Ji avakirinê heta 1937’an rojname dîsa bi tîpên latînî dihate weþandin. Em werin ser çîroka rojnameya temendirêj.
Di sala 1929’an de Erebê Þemo û Îsheq Maragulovê asûrî bi tîpên latînî dest bi xebata nivîsînê dikin. Di dibistan û gundên kurdan de perwerdehiya kurdî didin. Hinek cudahî di navbera alfabeya wan û ya Celadet Bedirxan de heye. Ji ber ku xwendin û nivîsandin wê hingê di nav kurdan de kêm e, pêwîstî bi rojnameyekê heye. Salek þûnde, ango di sala 1930’î, di bin banê dewletê de Rojnameya Riya Teze li Erîvanê dest bi weþana xwe dike. Ji kurdan ji ber ku kesên serweriyê bikin nîn e, heta bi sala 1934’an rojname di bin rêveberiya ermeniyên bi navê Gevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûçî Migirdiçyan ku fermalûyên Anatolî û Mezopotamyayê ne û baþ bi kurdî dizanin, derdikeve. Piþtî berpirsiya her sê þexsên ermen êdî ji sala 1934’an û hirve berpirsî dikeve destê kurdan. Ji sala 1934’an heta 1937’an Cêrdoyê Genco berpirsîtiya rojnameyê kiriye.
Son sayý'ya dön