Bi derkeftina
Tîroj'ê re
Burjûwaziya ku gişt danhevên regeza mirovatiyê bo desthilatdariya xwe kiriye destek û palgeh, layenê herî hêrişker ê vê burjûwaziyê, li devera me bigiştî û bi taybetî li welatê me şerekî bêveger tev dide. Wekî hemî deman îro jî, hêrişker û şerxwazekî durinde ye. Ev burjûwaziya emperyalîst ya ku tevaya ked û danheva mêjûyî a mirovayetiyê; digel bikaranîna tevaya gengaziyên zanist û teknolojîk, dixwaze van danhev û deskeftiyên gelan bi tevayî ji holê rake. Ji ber vê çendê, ji bo berdewam bûn, parastin û veguheztina van danhev û deskeftiyên salane bo paşerojê, divêt li dijî vî şerê kirêt û wêranker, bi hemî şiyana xwe ve em rawestin. Ji ber vê yekê, di encama çalakiyan de danheva berhemkariya mirovan ku dispêre nifşên dahatû, ji bo rizgariya regeza mirovan, ji bo parastin û pêşdebirina berjewendiyên ku hîmên berdewamiya tekoşîna maddî- manewî pêk dihênin; li dijî rûxîn û tarîtiyê, pêdiviya ronahî û çalakiyên avedana ji nuh de ya kedkaran zêdetir bûye. Li cîhanê û li welatan yek bi yek, civak di pêvajoya geşedaneke girîng de derbas dibin. Ev geşedan, bi giştî ji bo têkbirina tepeseriya li ser gelan û mêtingehan û bi taybetî jî ji bo kurd bikarin "bedbextiya" xwe têk bibin, digel tevaya pêdiviyên dîtir (pêşdebirina rêxistinên kedkaran), digel bikar anîna berhemên xwe, bikar anîna danheva çanda mirovatiyê a pêşkeftî li dijî burjûwjazî û emperyalîzmê girîngiyeke pêdivî digel xwe dihêne. Ji ber vêyekê; li hember vê dorpêçkirina emperyalizmê ya ji layê siyasî, çandeyî, darayî û leşkerî ve, bi wê ked û danheva çandeyî a mirovane divêt bersiv bihête dan. Digel derkeftina gelek "kovarên çandeyî ên kurdî" derkeftina Tîroj'ê, egerek e ji gelek egerên vê rewşê ye. Kovara me; ji layê kedkar û karkerên Kurd ve, bi rastgerandina tekoşîna rizgarî û bi pêşdebirina jiyana civakî li pêş ronahiya berhemên ku danheva kedkar û keda mêjûyî ne, li dûv jêhatina xwe emê bi erkê xwe ve rabin. Egerekî dîtirî bingehîn ku derkeftina kovara Tîroj'ê pêdivî kiriye jî, heyîna pêdivî û rûbirû mayîna kedkar û karkerên kurd bi hêmanên çandeya xwe ya gelêrî, demokratîk û pêşkeftî ve, beramberî çandeya pêşkeftî, demokratîk û gelêrî a di gorepana netewî û nêvnetewî de ye. Ev jî, bi kar û alîkariya rewşenbîrên sosyalîst, demokrat û pêşkeftiyên kurd, ev xebat û ev daxwaz bêyî alîkariyeke derveyî yekser dihête çareserkirin û dikarin danheva çandeyî- mêjûyî, jiyana çandeyî - civakî ji hemî layan ve û bi berfirehî di vê kovarê de bikar bihênin û dê bihêne bikaranîn. Tîroj, wekû govareke çandeyî-pîşeyî, di serî de ê bibe organa çandeya gelê kurd ku dêrîntirîn gel'eke ji gelên Rohilata navîn. Bêyî paşguhkirina rêzgirtinê ji keda wan kovarên çandeyî-pîşeyî ku berî me derkeftine, ê geşkirina çandeya gel a pêşkeftî; bo pêşdebirina navgînên di navbera çandeya xwecihî û gerdûnî' de, li hember dorpêçkirina çandeya emperyalîst, ê berevaniya çandeya netewî û demokratîka gelêrî bo xwe bike armanc. Bi pêkanîna sîstemeke cîhanî ji layê kapîtalîzmê ve, berçavkirina rastiya ku tengavbûyîna çandan di nav "tixûbên netewî"de bêgengaziye, durustkirina tixûbên bijartinê û li bêjingdanê ji bo Tîrojê girîng e. Tevgera ku bo xizmeta mirovatiyê danheva heyînî û derûnî (maddî-manewî) berçav dike û ji bo pêşkeftina vê xizmetê alîkariyê dike û tevgera ku dixwaze mirovatiyê ber bi tarîtiyê, ber bi naçariyê ve bibe, geşedanên teknîk û zanistê ji bo çewsandin û zordestiyê bikar bihêne, ev yek ji bo me dibe egerê ji hev cudabûnê. Tîroj; bêyî ku girêdana xwe a bi danheva çandeyî ya ku dihêt çewisandin, talankirin, pûçkirin; bi tekoşîna rikdar a rewşenbîrên pêşkeftî û bi hêzên kedkar re, pakijkirina ji dejenerasyona berhemên wêranker û têkçûyîna civakî ji bîr bike; dixwaze li hember vê dejenerasyonê, talanê û dorpêçkirina çandeya emperyalîst, digel parastina çandeya pêşkeftî-demokratîk; ê girîngiyê bide rastiyê û ciwaniya zmanê huner û pîşeyî. Di zman de, li ser navê "xwerûtî"yê, bêyî "fetisîna di cendereya gerdişî de", nerînên dûrkeftina ji gel û pûtepênekirina bi nirxên gel ku qaşo bijarde ne, wekû ne nerîneke nûjen ê bibîne. Gava ku kurd dihête gotin, bêguman astengên li pêş geşedana azad, bertengkirin û zordestiya li ser "çandeya netewî" dihête rojevê. Tîroj; gava ku li hember zordestiya li ser çandeya kurdî tekoşînê dide; reh û rîşa kedkar a çandeya netewî, ji bo pêşdeçûn û xurtbûna hêmana demokratîk-gelêrî ê pêjinkeriyek taybet nîşan bide. Her wusa, digel xwedî derkeftina li danheva gelên cîhanê û çandeya mirovatiyê a pêşkeftî, rêça weşaneke ku bêhtir bikaribe vê danheva çandeya zengîn a kedkar û karkerên kurd himbêz bike, ê bidomîne. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe tevaya gelan ji çendeya hev, dûrî hemî astengan ê bigehên mercên sûd wergirtinê. Heger wusa be, digel geşadanên li gorepana zanist û teknolojiyê, li ser wan gelên ku paşdemayî û girêdayî welatên emperyalîst ên pêşdeçûyî û xwedî aboriyeke xurt in, wekû di her gorepanê de ê bikaribin "çandeya xwe a netewî" biparêzin. Ev jî, erkê pêşdebirina çandeya azadîxwaz û demokratîk li pêşberî gelên çewsener datîne. Erkê herî girîng jî, dikeve ser milên mirovên hunermend û rewşenbîrên van gelan. Tîroj; ji bo yekgirtina û têgehiştina danheva çandeya demokratîk, netewî a kedkar û karkerhen kurd digel çandeya gerdûnî a pêşkeftî, da bikaribin ji vê yekê hêzê bigirin û tekoşîna xwe bi pêşdetir bibin, ê bixebite. Kovara me a ku ê bi du zmanên kurdî û tirkî derbikeve, pêşdebirin û rastnivîsîna kurdî ji bo xwe armanc dizane. Kedkar û karkerên kurd, wekû Cigerxwîn, Ahmed Arif, Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî ka çawa dizane û dixwêne, wusa jî mafê xwe heye Picasso, Brecht, Mayakovskî û Gorkî jî bixwêne û bizane. Bê çawa afreta kurd Leyla Qasim î dizane, wusa jî mafê xwe heye Jan Darc û Tanyayê jî bizane û binase. Xortên kurd, ji bo rizgarkirina niştimana xwe ji bin nîrê mêtinger û emperyalîstan mafê xwe heye wan zarokên Wietnamê ku "rêz bi rêz dikeftin ser axê" çandeya rêxistinê û stranên berxwedana lehengiyê wan, nimûneyên wan î pêşkeftî ên çandeya tekoşîna dijî Hîtler, Pinotche, Vidella, Markos û Şah hîn bibe hu bizane.Tîroja ku şiyana xwe ji danheva çandeya mirovane û ji tekoşîna gelên zîndûyî axa Enedolê û Mezopotamyayê werdigire, dixwaze bi taybetî cih bide berhemên rewşenbîr, hunermend, wêjevan û xortên kedkar û karkerên kurd. Tîroj, di rojeke wusa watedar de ku gelê me hêvî û bendewariya xwe bi dilgeşiya Newrozê xweş û geş dike derdikeve pêşberî xwendevanan. Werin, ji bo dirandina perdeya tarîtiyê a li ser çavan û ji bo ronkirina dilên tevaya dostan, bi coş û pêkve em vê xebatê bikin. Em çirûska ronahiyê, demetek ronahiyê bi hev re xurttir, geştir bikin û bijînin. Digel xoşewîstî û hêvîdariyê
|
Tîroj çıkarken İnsan soyunun emek vererek yarattığı tüm birikimleri mülk edinip sınıf iktidarlarının dayanağı yapan burjuvazinin, günümüzdeki en saldırgan kesimi savaşı kızıştırıyor. ülkemizi ve bölgemizi aleve kesecek', yıkıcı bir hazırlık İnsanın tarihsel eyleminin bütün birikimini; bilim ve teknolojideki gelişmelerin sağladığı tüm olanakları tekeline alan emperyalist burjuvazinin, mali-ekonomik ve kültürel yağmayla yetinmediği; güç ve olanaklarını, halkların birikim ve kazanımlarını yıkıp yok etmek üzere gemi azıya aldığı bir dönemden geçiyoruz. Bunun içindir ki; insanın, üretici eylemiyle biriktirdiği, sonraki kuşaklara devrettiği, insan soyunun kurtuluşu için yürütülen mücadelenin maddi-manevi dayanaklarını oluşturan bütün kazanımlarını koruyup geliştirme; karanlığa ve yıkıma karşı ışığa ve emekçinin yeniyi inşaa eylemine tutunma gerekliliği daha da artmıştır. Dünyada ve tek tek ülkelerde, toplumlar önemli ve hızlı gelişmelere gebe bir süreçten geçiyor. Gelişmeler, tüm bağımlı-yeni sömürge ve ezilen halkların ve özel olarak da Kürtlerin, "makus talih"lerini yenmeleri için, bütün öteki gerekliliklerin (emekçi örgütlenmesinin geliştirilmesi vb.) yanı sıra, kendilerininkiyle birlikte insanlığın ilerici kültür birikiminden, onu, burjuvazi ve emperyalizmin kültürel, politik, mali ve askeri kuşatmasına karşı bir silaha dönüştürerek yararlanmalarını, yaşamsal önemde bir sorun haline getirmiştir. Tîroj'u, başka birçok "Kürt Kültür dergisi" çıkmasına karşın, bir gereklilik haline getiren nedenlerden biri budur. Dergimiz, iddiasını, Kürt işçi ve emekçilerinin, emeğin tarihsel birikiminin ürünlerini, toplumsal yaşamda ilerleme ve kurtuluş mücadelesinin dayanağı olarak değerlendirme becerileri oranında gerçekleştirmiş olacaktır. Tîroj gibi bir dergiyi gerekli kılan esas etkenlerden bir diğeri, Kürt işçi ve emekçilerinin, ilerici, demokratik halkçı kültür öğeleriyle, ulusal ve uluslararası alandaki demokratik halkçı ve ilerici kültür birikimiyle yüz yüze gelmelerine duyulan gereksinimdir. Kürt işçi ve emekçileri, Kürt demokrat-ilerici ve sosyalist aydınlarının çaba ve katkısıyla ulusal demokratik ve demokratik halkçı kültürle daha dolaysız biçimde yüz yüze gelecekler; sosyal-kültürel yaşamlarının, tarihi-kültürel birikimlerinin bütün yönleriyle bu dergide yer bulmasını sağlayabileceklerdir. Tîroj bir kültür ve sanat dergisi olarak başta Ortadoğu'nun en köklü halklarından biri olan Kürt halk kültürünün organı olacaktır. Kendisinden evvel yayım yapmış kültür-sanat dergilerine emek vermiş insanlara saygıyı ihmal etmeden, halkın ilerici kültürünün geliştirilmesini; yerel olanla evrensel' olan arasındaki bağın ilerletilmesini; emperyalist kültür kuşatmasına karşı ulusal demokratik ve demokratik halkçı kültürün savunulmasını hedefleyecektir. Kapitalizmin bir dünya sistemi oluşturmasıyla, kültürlerin "ulusal sınırlar" içine sıkışıp kalmasının olanaksız olduğu gerçeğinden hareketle korunması gerekenle, elenmesi ya da atılması gerekenin sınırlarının doğru çizilmesi Tîroj için önemlidir. Maddi ve manevi birikimin insanlığın hizmetine verilmesini öngören ve ona katkı sunan ile karanlığa ve kaderciliğe sürükleyen, bilim ve teknikteki gelişmeleri sömürü ve tahakkümü arttırmaya yönelik çaba ayrım noktamızı oluşturacak. Tîroj, metalaştırılan, yağmalanan ve istismar edilen kültürel birikimin, toplumsal çözülme ve çöküntünün ürünü dejenerasyonun etkilerinden arındırılmasının emek güçlerinin ve ilerici aydın kesiminin ısrarlı mücadelesine bağlı olduğunu unutmaksızın; bu dejenerasyon ve yağmaya ve emperyalist kültür kuşatmasına karşı demokratik-ilerici kültürü geliştirmeye; bunu, gerçeğe ve sanatın estetik diline bağlı kalarak yapmaya özen gösterecektir. Dilde, kültürde ve sanat alanında "sadelik", adına geleneksel olanın "cenderesinde boğulmadan", halktan kopuşu ve halkın değerlerinin önemsenmemesini ifade eden sözde seçkinci tutumu da modernlik saymayarak hareket edecektir. Kürtler söz konusu olduğunda, kaçınılmaz olarak "ulusal kültür" üzerindeki baskı ve sınırlama ve Kürt kültürünün özgür gelişimi önündeki engeller gündeme gelmektedir. Tîroj, Kürt kültürü üzerindeki baskıya karşı mücadele ederken; ulusal kültürün emekçi damarının; demokratik-halkçı öğesinin güçlenip gelişmesi için özel bir duyarlılık gösterecektir. Bununla birlikte, dünya halkları ve ilerici insanlığın kültürel birikimini sahiplenerek, Kürt işçi ve emekçilerinin bu zengin kültürel birikimle daha fazla kucaklaşmasını sağlayacak bir yayım çizgisi sürdürecektir. Dünyanın neresinde olursa olsun bütün halklar, birbirlerinin kültüründen, engellenemez bir biçimde etkilenecek koşullara kavuşurlar. Böyle olması, bilim ve teknolojik alandaki gelişmelerle birlikte, güçlü ekonomik dayanaklara sahip gelişmiş emperyalist ülkelere bağımlı ve geri halklar üzerinde, her alanda olduğu gibi ulusal kültür'lerini de kuşatma olanağı sağlar. Bu da, ezilen halkların önüne, demokratik özgürlükçü kültürünü geliştirme görevi koyar. En önemli görev ise, bu halkların ilerici kültür-edebiyat ve sanat insanlarına düşer. Tîroj, Kürt işçi ve emekçilerinin ulusal demokratik olanla ilerici evrensel olan kültürel birikimi birleştirip özümsemesi, buradan aldıkları güçle mücadeleye daha ileri düzeyde sarılmaları için çaba gösterecektir. Kürtçe ve Türkçe yayınlanacak olan dergimiz Kürtçe'nin doğru ve güzel kullanımı ve yaygınlaşması için mücadele ederken, yaygınlaşma oranında Kürtçe dergi olmayı amaçlamaktadır. Kürt işçi ve emekçisi Cigerxwîn'i, Ahmet Arif'i, Ahmedê Xanî'yi, Feqî ye Teyran'ı, Melayê Cizîrî'yi, bilip okuduğu gibi, Picasso'yu, Brecht'i, Mayakovsky'i ve Gorki'yi; Kürt kadını, Leyla Kasım'ı, Jan Darc'ı ve Tanya'yı; Kürt gençleri, ülkelerinin emperyalist sömürgecilikten kurtarılması için "dizin dizin toprağa düşen" Vietnam çocuklarını ve yarattıkları kahramanca direniş türkülerini ve örgütlenme kültürünü; Hitler, Pinotche, Vidella, Marcos ve Şah diktatörlüklerine karşı yaratılan mücadele kültürü ve onun ilerici örneklerini de bilip öğrenmeyi hak ediyorlar. İnsanlığı ileri taşıyan kültürel birikimini Mezopotamya ve Anadolu toprağında yaşayan halkların mücadele dayanağı olması için çaba gösterecek olan Tîroj, Kürt işçi ve emekçilerinin, Kürt aydını, sanatçısı, ve kültürel-sanatsal alanın herhangi bir dalında ürün verme çabasındaki Kürt gençlerinin ürünlerine özel olarak yer vermeyi amaçlayacaktır. Dergimiz, Kürt toplumsal yaşamı, tarihi, sanatsal ve kültürel eserlerinden; sosyal yaşamı örgütleme pratiğinden örnekleri sayfalarına taşıyacak; bilimsel-teknolojik alandaki gelişmelerin sosyal-kültürel yaşamın iyileştirilmesine hizmet eden bilimsel yazılara yer verecek; halk kültürünü ilerletme ve zenginleştirme amaçlı bir faaliyeti temsil edecek ve yürütecektir. Ancak, başta kardeş Türk halkı olmak üzere tüm halklarla kültürel bir alışveriş içinde olacaktır. Tîroj, halkımızın Newroz coşkusuyla umutlarını tazelediği anlamlı bir günde okuyucu karşısına çıkıyor. Karanlığa düşen bir ışık huzmesi olmaya, emekçinin şahsında uygarlığı var eden insanın, insanlaşmanın maddi temellerini zenginleştirme ve güçlendirme çabasında "karınca kararınca" yer almaya; sömürülenin sömürene karşı ve "insan olmak" için yürüttüğü mücadeleye beyin-yürek ve kolgücünün kolektif katılımını sağlayarak yaşam sevincini güçlendirmek için çaba göstereceğiz. Gelin, gözlere perde çeken karanlığı yırtmak üzere ve bütün dostların yüreği ışısın diye, coşkuyla bu çabayı birlikte gösterelim; ışık huzmesini; bir demet ışığı birlikte güçlendirelim ve yaşatalım. Umut ve sevgiyle. |
|||